Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û ji bo rawestandina van êrişan bang kirin.
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Idliba Xedra (Kesk) û Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên il dijî herêmê şermezar kirin.
Endama Komîteya Lihevhatinê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Fatme Mihemed daxuyanî xwend û diyar kir ku li dijî herêmê êriş û sûcên herî hovane têne kirin lê civata navneteweyî bê deng e.
Fatma got ji bo bidawîkriina tundiyê û êrişên qirkirinê yên li dijî jinan, divê bi lez aliyên têkildar tev bigerin û divê rêxistinên jinan di vî warî de û ji bo bidestxistina edaletê tedbîrên pêwîst bigirin.



