Li gorî rojnameya Na-Nahar a Lubnanî, yek ji payebilind ên Hamasê Seîd Etallah Elî, tevî hevjîn û du zarokên xwe, di êrişa balafirên bêmirov ên li vir de jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Hemasê bi dauxyaniyekê ev yek piştrast kir û got:
“Wê Îsraîl berdêla biryarên xwe yên sûcdar ên li dijî gelê me yê sivîl û cîhadiyên me bide.”
Hemwextî vê, operasyona Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê jî her diçe girantir dibe
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku serdegirtinên gundên li Başûrê weletê wê bidomin
Lewra hişyarî da kesên ku ji vir derketine ku nevegerin malên xwe.
Ji ber êrişên Îsraîlê heta niha 1,2 milyon kes malên xwe terikandine
Li gorî hikumeta Lubnanê, ji ber êrişên Îsraîlê heta niha 1,2 milyon kes malên xwe terikandine.
Ji aliyê din ve Hizbullah dibêje, ew bersiva êrişên Îsraîlê yên li dijî Başûrê Lubnanê didin.
Rêxistinê ragihand ku şeva borî wan hêzên Îsraîlê li gundê Odaisseh yê sînor paşve xistine.
Herwiha ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve avêtina moşekan jî dewam kir.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku di 4ê cotmehê de 222 moşek ji Lubnanê hatin avêtin,
Lê piraniya wan hatin astengkirin an jî ketin zeviyên vala.



