Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.
KCK’ê diyar kir ku Komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn hate kirin û got: “Em bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk dikin ku di sala 27’an de têkoşîna li dijî komployê mezin bikin da ku azadiya Rêber Apo bê misogerkirin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya ku li dijî Rêber Apo daxuyaniyek da.
KCK’ê Fedai yen’Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên ku di dema berxwedana li dijî komployê de şehîd bûn û hemû şehîd bi bîr anî û got:
“Gelê Kurdistanê û tevgera azadiyê li ser xeta hûn nikarin roja me tarî bikin li dijî komploya navneteweyî têkoşiyan. Em bang li gelê Kurd û hemû hêz û derdorên demokratîk dikin ku di sala 27’an de têkoşîna li dijî komployê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogerbikin.”
KCK: Hêzên ku komplo plan kirin û bi cih anîn dye, Îngilîstan û Îsraîl in
KCK’ê diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê yek ji operasyonên siyasî yên herî mezin ên dîroka mirovahiyê ye û wiha domamd:
“Komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn hate kirin.
Gelek hêzên ku li ser berjewendiyan li hev nedikirin di nava vê komployê de gihîştin hev.
Hêzên ku komplo plan kirin û bi cih anîn Dewleten Yekitiya Ewrupa, Îngilîstan û Îsraîl in.
NATO û dewletên Ewropayê jî şirîkê vê planê ne ku xistin meriyetê.”
KCK: Hêzên hegemon Rêber Apo li pêşiya xwe weke astengî dîtin
KCK’ê destnîşan kir ku komplo weke operasyoneke NATO-Gladyoyê bi cih hate anîn û wiha pê de çû:
“Heta ku armanca ji komployê neyê fêhmkirin, planên hêzên hegemonîk ên li ser Rojhilata Navîn nayên fêhmkirin. DYE û hêzên modernîteya kapîtalîst Rêber Apo û PKK li pêşiya xwe weke astengî dîtin, lewma kirin hedefa xwe. Rêber Apo li Rojhilata Navîn li ser bingeha jiyana hevpar, wekhev û azad afirand berjewendiyên modernîteya kapîtalîst xiste nava metirsiyê.”
KCK: Komplo bû yek ji qonaxên herî girîng ên şerê cîhanê yê 3’yemîn
KCK’ê da zanîn ku Komplo bû yek ji qonaxên herî girîng ên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û got:
“Yek ji armancên komployê ew bû ku Kurdîtiya hevkar a bi rabûna PKK’ê re lawaz bû jinûve bîne ser xwe û li Kurdistanê bi bandor bike.
Hewl hate dayin ku ev xeta hevkar li Başûrê Kurdistanê xurt bibe.”
KCK: Rola kurdîtiya hevpar a di nava komployê de gelekî mezin e
KCK’ê diyar kir ku Hêzên modernîteya kapîtalîst xwe spartin Kurdîtiya hevkar û bi vî rengî komploya navneteweyî plan kirin û pêk anîn û wiha dawî kir
“Rola Kurdîtiya hevpar a di nava komployê de gelekî mezin e. Komploya navneteweyî ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve tê dewamkirin. Dewamkirina sîstema qirkirin û tecrîdê ya Îmraliyê nîşaneya şênber a vê yekê ye.”



