Li Til Temirê têkildarî sedem û armancên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo du civîn hatin lidarxistin.
Civîn ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve li gundê Xiwêtile û Çiyayê Kezwan hatin bi rêvebirin.
Di civînê de sedem û armancên komploya 9’ê Cotmeha sala 1998’an hate nîqşkirin.
Beşdarên gundê Xiwêtile dema pêkanîna komployê nirxandin û gotin:
“Di vê demê de ji gelê herêmê tê xwestin ku fikir û felsefeya Rêbertî ji xwe re esas bigirin.
Ji ber ku tevahî êriş û komployên li dijî herêmê tê kirin dewamiya komploya 9’ê Cotmeheye.”
Beşdarên civîna Çiyayê Kezwanan komplo şermezar kirin û gotin:
“Ji bo pergala êşkenceyê bi dawî bibe, divê têkoşîn mezitir bibe.”



