Îro jî bertekên li dijî Komploya Navneteweyî a 9’ê Cotmehê li dijî Rêber Abdullah Ocalan derketin.
Li Heleb û Kobanê bi meşên girseyîî komplo hatin şermzarkirin.
Li Eyn Îsa, Tebqa, Dêra Zorê û Tirbespiyê semîner hatin dayîn.
Li kantona Efrîn-Şehbayê jî bi daxuyaniyekê banga aliyên peywendîdar kirin ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo bi erkên xwe rabin.
Bi hezaran ji xelkê taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komplo şermezarkirin.
Meş li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya li taxa Eşrefiyê sekinin û mîtîngeke li dar xist.
Di mêtingê de, kesên axivîn eşkere kirin çareseriya pirsgirêka Kurd li Imraliyê ye.
Li kantona Firatê jî meşa ku duh li bajarê Kobanê a 3’ê rojan hate lidarxistin dewam dike.
Çalakî di roja 2’mîn bi beşdariya ciwanan û jinan dewam dike.
Beşdarên meşê eşkere kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe bidomînin.
Meclisa Bajarê Girê Spî jî bi heman armancê semînerke bi amadebûna bi dehan kesî da.
Li kantona Tebqayê Inisyartîfa Parêzerên Sûrî ji bo parastina mafên Rêber APo sermînerk der barê armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bandora wê li ser gelên herêmê vegot.
Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenubiya li Dêra Zorê li ser jiyana Rêber Apo, komploya Navneteweyî û tecrîda li Imraliyê sermînerk da.
Meclisa Jinan û Dayîkên Aştiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê jî daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de Komplo, sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê şermezarkirin û gotin:
“Armanca van sûcan, têkbirina vîna Rêber Apo ye.”
Jinan bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan kirin ku jo bo azadiya Fîzîkî ya Rêber APo bi erkên xwe rabin.
Di heman çarçoveyê de, Meclisa Leşkerî ya Tirbespiyê bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi rûspiyên ereb û kurd re li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a bajarê Tirbespiyê civiya û li ser komplo sermînek da.
Li bajarê Qamişlo amadekariyên mêtînga mezin ji bo şermezarkirina Komplo tên kirin.
Meş di bin dirûşma pêngava navneteweyî ya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” wê bê lidarxistin.
Wê ji 8 bajar û bajarokên derdorê bi deh hezaran tevlî li meşê bibin.
Meş 9’ê Cotmehê li bajarê Qamişlo wê were li dar xistin.
Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran çalakî: Bi Komployê re xeterî zêde bûn



