Di çarçoveya rojên çalakiyê yên navneteweyî de ku ji bo azadiya Rêber Apo têne lidarxistin li Ewropayê gelek çalakî hatin lidarxistin.
Kurdistanî û dostên xwe li Yewnanistan, Swêd û Almaniyayê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Li çar aliyên cîhanê bangên ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ berfirehtir dibe.
Bi nêzbûna yekemîn salvegera pêngava ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li seranserî cîhanê çalakî tê lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de li Festîvala Nea Aristera ya ku her sal li paytexta Yewnanistan Atînayê tê lidarxistin de stant hate dayîn.
Di çalakiyê de qala tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin.
Hate diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê jî Kurdan ji bo azadiya Rêber Apo tûra keştiyê avêtin.
Keştiya ku li qenalên Stockholmê derbas bû, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi nîşaneyên serketinê û çepikan hate pêşwazîkirin.
Heman rojê li bajarên Helsingborg û Västerås’ê jî ji bo teşhîrkirina komployê û silavkirina pêngava azadiya Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de ji bo çalakiyên 1 heta 12’ê Cotmehê banga tevlîbûnê hatin kirin.
Di heman çarçoveyê de li bajarê Freiburg û Kasselê yê Almanyayê jî çalakî hebû.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê standa agahdarkirinê danî.
Di çalakiyê de pirtûkên bi mijara Modernîteya Demokratîk, Ekolojîk û Jinê yên ji parêznameyên Rêber Apo hatin belavkirin û li ser pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê agahî hatin dayin.
Li Oslo û Frankfurtê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin



