Têkoşîna Hêzên QSD’ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bi biryardarî dewam dike.
Hêzên TOL yên QSD’ê li Katona Dêra Zorê û Reqayê di 2 operasyonên cuda 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
QSD’ê eşkere kir ku çeteyên hatine girtin êrişî hêzên wan kirine.
QSD’ê careke din soza xwe nû kir û eşkere kir ku wê tu kes nikaribe ewlehiya herêmê derb bike.
Hêzên TOL yên QSD’ê li Katona Dêra Zorê û Reqayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê 2 operasyonên cuda pêk anîn.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got:
Di 2’ê vê mehê hêzên me li gundewarê Dêra Zorê bi desteka Koalisyona Navneteweyî operasyonek li dijî çeteyekî DAIŞ’ê hate lidarxistin.
Ev operasyon piştî wergirtina agahiyan li ser cihê ku ev çete Xazî Ferhan xwe li lê veşartiye pêk hat.
Di operasyonê de, hêzên me cihê çete dorpêçkirin û ew girtin.”
QSD’ê daxuyakirin ku çete Xazî Ferhan ji bajarokê Xeşam yê Dêra Zorê ye
Erka wî jî berlavkirian hişmendiya terorî di nava çeteyên DAIŞ’ê de bû.
Her wiha QSD’ê li kantona Reqayê jî operasyonek ewlehiyê li dar xistin û wiha behsa hurguliyên wê kir:
Di 3’ê vê mehê hêzên me TOL bi ser şaneyek çeteyên DAIŞ’ê li gundê EL-Hemrat yê li gundewarê Reqayê girtin.
Ev yek piştî şopandina wan û komkirina agahiyan pêk hat.
Hêzên me di operasyonê 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin.”
QSD’ê da zanîn ku çeteyên hatine girtin, karê wan wergirtin û veguhestina madeyên teqemenî û çekan di nava çeteyan de bû.
Her wiha bi van çekan jî êriş hêzên leşkerî, sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser dikirin
Di dawiya daxuyaniyê de QSD’ê careke din soza xwe nû kir û eşkere kir ku wê tu kes nikaribe ewlehiya herêmê têk bibe.



