Medya Ukraynayê ragihand ku di êrîşên rojên borî yên Rûsyayê li seranserê Ukraynayê de 4 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê roja Duşemê mûşekên hewayî yên balistîk û rênîşander avêtine gelek xalan, di nav de herêmên Sumî, Xarkiv û Kîev heye.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir ku pergalên parastina hewayî zêdetirî 50 balafirên bê mirov ên Rûsî yên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn avêtin, îmha kirin.
Zelenskiy di nivîsa xwe de wiha got:
“Di vê hefteyê de dijmin nêzî 20 mûşek ji cureyên curbecur, zêdetirî 800 bombeyên asmanî yên rêberî û nêzîkê 400 balafirên bê mirov bikar anîn.”
Ji aliyê din ve medyaya Rûsî piştrast kir ku Kîevê êrîşeke mûşekî li ser depoyeke petrolê li Kirima pêk aniye.
Hêzên Çekdar ên Ukraynayê diyar kir ku êrîşa li ser mezintirîn depoya petrolê li herêmê bi awayekî stratejîk hatiye kirin û got:
“Tedbîrên bi mebesta lawazkirina potansiyela leşkerî û aborî ya Federasyona Rûsyayê dewam dikin.”



