Televîzyona dewletê ya Tûnisê ragihand ku Qeys Seîd di hilbijartinên serokomariyê de ji sedî 89,2 ê dengan bi ser ket.
Destûr nehat dayîn ku 12 namzet beşdarî hilbijartinê bibin.
Tê payîn ku encamên fermî êvara Duşemê werin eşkerekirin.
Li gorî encamên yekem ên nefermî, Serokkomarê niha Qeys Seîd di hilbijartinên serokatiyê yên li welatê Tûnisê yê Bakurê Afrîkayê de bi ser ket.
Li gorî agahiyên ku televîzyona dewletê ya Tûnisê ragihand, Saîdê ku ji sedî 89,2 ê dengan stendibû, ji hevrikên xwe zêdetir derket.
Li Tûnisê ku nifûsa wê nêzî 12 mîlyon e, ji 9,7 mîlyon hilbijêran tenê ji sedî 27,7’ê dengdanê çûne ser sindoqan.
Rêjeya beşdariya hilbijartinan ji sedî 27,7 bû
Qeys Seîd di daxuyaniya xwe ya destpêkê ya derbarê encaman de “hêzên derve” hedef girt û got:
“Ev berdewama şoreşê ye.
Em ê paqijkirina welat ji kesên qirêj, xayîn û komplogeran bidomînin.”
Piştî ku encamên destpêkê êvara Yekşemê hatin eşkerekirin, bi sedan alîgirên Seîd li paytext Tûnisê li hev civiyan û pîrozbahî li dar xistin.
Said alîgirên ku alên Tûnisê hilgirtin dirûşmeyên wekî “Em ê avakirin û pêşveçûnê bidomînin” berz kirin.
Said, ku di hilbijartinê de bi ser ket, ji ber şêwaza rêveberiya xwe, ku di salên dawî de her ku diçe otorîter bûye, di navenda rexneyan de ye
Tîmên kampanyaya El-Mexzevî û Zemal îdia kirin ku encamên destpêkê yên hatine eşkerekirin rastiyê nîşan nadin û encamên fermî dê cuda bin.
Tê payîn ku encamên fermî êvara Duşemê werin eşkerekirin.
Di hilbijartinê de 12 namzet cih negirtin
Seîdê 66 salî ku ji sala 2019’an û vir ve li ser desthilatdariyê ye.
Di sala 2021’an de betalkirina parlamentoya hilbijartî û guhertina makezagonê ya Seîd ji aliyê muxalefetê ve weke “derbe” hat binavkirin.
Ji aliyê din ve, lîderên muxalefetê yên navdar ên ku dijberiya Seîd dikirin, di van salên dawî de hatin girtin.
Her wiha ji ber hincetên curbecur destûr nehat dayîn ku bi giştî 12 navan beşdarî hilbijartinê bibin.
Dûrxistina sê namzedan ji aliyê endamên lijneya hilbijartinê yên ku ji aliyê Seîd ve di meha borî de hatibûn destnîşankirin, rastî bertekên mezin ên muxalefet û civaka sivîl hat.



