Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Minbicê topbaran dikin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Seyade, Um Edesa û Um Celûd ên bakurê rojavayê Minbicê topbaran dikin.
Li gorî navendê heta niha 31 topên hawanan li wan gundan ketine.



