Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kuştina Jinan a bi guman zêde dibin.
Platforma”Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin” li ser “kuştina jinan” û “mirinên bi guman ên jinan” rapor amade kir.
Li gor daneyên Platformê di navbera sala 2010’an û Cotmeha 2024’an de li Tirkiyê 4 hezar û 255 jin ji aliyê mêran ve hatine kuşitn.
Di nava 7 salên dawî de hezar û 441 mirina bi guman li Bakurê kurdistan û Tirkiyê çêbûne.
Ji sala 2010’an û vir ve bi giştî 5 hezar û 696 jinan hatine kuştin.
Platforma “Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin” li ser “kuştina jinan” û “mirinên bi guman ên jinan” rapor amade kir.
Li gorî daneyên Platformê li Tirkiyê û Bakurê kurdistanê di navbera salên 2017-2023’an de ji sedî 82 zêde bûye.
Her wiha di rapora Platformê de hat diyarkirin ku di navbera sala 2010’an û Cotmeha 2024’an de li Tirkiyû Bakurê kurdistnaê 4 hezar û 255 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Ji serê sala 2024’an heta meha cotmehê 296 jin hatine kuştin, di vê pêvajoya 10 mehan de bi giştî 184 jin bi guman jiyana xwe ji dest dae.
Di 14 salên dawî de hejmara herî zêde ya kuştina jinan di sala 2017’an de pêk hatiye, di wê salê de 408 jin hatine kuştin.
Di 7 salên dawî de hezar û 441 jin bi guman hatin qetilkirin
Sala herî kêm a kuştina jinan sala 2011’an hatiye tomarkirin.
Di sala 2011’an de 121 jin hatin kuştin.
Tirkiyê di Tîrmeha 2021’an de ji peymana Stenbolê vekişiya
Ji ber ku di we sale de Tirkiye yekemîn “Peymana Pêşîlêgirtin û Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinan û Tundiya Navmalê ya Konseya Ewropayê” îmze kir.
Ev peyman weke “Peymana Stenbolê” hat naskirin.
Lê di sala 2021’an de ji peymanê vekişiyaye.
Di sala 2021’an de dema ku Tirkiye ji peymanê vekişiya 280 kuştinên jinan pêk hatin, di sala 2022’yan de ji sedî 20 zêde bû û bû 334.



