Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çalakiyên xwe ên li dijî dagirkeran didomîinin û rê nadin dagirkeriyê.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di çalakiyên dijî dagirkeran de 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin.
Arteşa Tirk a qirker ku li ber vê berxwedaniyê têk diçe, di nav de teqemeniyên qedexe bi giştî 66 caran qadên gerîla bombe kir.
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî Arteşa Tirk a dagirker de 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi dauxuyaniyekê çalakiyê di nava 2 rojên derbasbûyî de eşkere kir.
Li gorî vê;
Li qada Berxwedanê ya Girê Bahar û Girê Cudî yên Rojavayê Zapê hêzên gerîla bi çekên sekvaniyê û giran 5 car li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiyan de hat ragihandin ku 2 leşkerên Arteşa Tirk a qirker hatin cezarkirin û derb li çeperekê jî hate xistin.
6’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê jî yekineyên gerîla bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran xistin.
Di nav de teqemeniyên qedexe 66 car qadên gerîla hat bombekirin
Navendê diyar kir ku piştî çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Hemwextî çalakiyên gerîla, artêşa dewleta Tirk a dagirker jî gelek caran bi teqemeniyên qedexekirî êriş pêk anîn.
Di vê çarçoveyê de HPG’ê got:
6 û 7’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Her wiha HPG’ê eşkere kir ku herêma Xakurkê, Garê, Metîna û Zapê bi giştî 60 car bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.



