Ji ber şerê êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, kesên ku berê xwe didin Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe.
Ji bo destek dayîna van kesan li Kobanê û Eyîn Îsa kon hatine vedan û alîkarî tên komkirin.
Li gorî daneyên maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweser kesên hatine herêmê bûn 18 hezar û 351 kes.
Her wiha da zanîn ku di nav wan de 58 lubnanî û 14 cenaze heye.
Malbatên ji Lubnanê tên an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin.
Kesên mal û xizmên wan li herêmê nîn bin, Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.
Li Kobanê û Eyn Îsa ji bo alîkariya koçberan kon hatin vedan
Di çarçoveya pêngava Heyva Sor a Kurd de jî ji bo destekdayîna malbatên ji Lubnanê vedigerin jî li bajarê Kobanê û Eyîn Îsa hatiye vedan.
Hem wextî wê ji bo alîkaya tenduristî jî Ambulans li ber deriyê Tayha yê Minbicê û yê Tabqayê hatine bicîkirin.



