Di çarçoveya qonaxa 3’emîn de, 179 malbatên Iraqî bi kordîneya navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rayedarên Iraqê xwe amade dikin ku ji kampa Holê derkevin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi kordîneya rêveberiya kampa Holê û Komîteya Koç û Koçberan a Encûmena Nûnerên Iraqê, amadekariya derxistine komeke nû a penaperên îraqî ku dixwazin vegerin warên xwe, dike.
Di çarçoveya geştên ku rêvebirî ji bo niştecihên kampê, çi Îraqî û çi jî Sûrî yên ku niştecihên herêmê ne.
Ev koma ku dê sibê ji kampa Holê derkeve, a sêyemîn e ji bo Iraqiyan.
Gorî rêveberê kampa Holê ji 179 malbatan 704 kes amadekariyê derketinê dikin.
Hêjayî gotinê yek ku beşa 2’mîn 4’ê Hezîrana îsal, ji kampê derketibû ku ji 556 kes ji 170 malbatan bûn.
Koma yekemîn jî ku ji 714 kesî pêk dihat 28’ê Nîsanê ji kampê derketin.



