Thursday 2026/06/11
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Ji Sekreterê NY Guterres hişyarî: Bi xeteriya şerekî giştî re rûbirû ne

October 9, 2024
in CÎHAN
A A
Sekreterê Giştî yê NY Guterres: Li gel şirketên neft û gazê çavbirçîbûnek bê wate heye
Share on FacebookShare on Twitter

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres têkîldarî rewşa mirovî ya li Xeza, saziyên mîna UNRWA ku faaliyetên alîkariya mirovî dikin nirxandin kir.
Her wiha Antonio Guterres nameyek ji Netanyahu re şand û metirsiyê xwe li ser pêşnûmeya destûrî ya qedexekirina faaliyetên UNRWA’yê anî ziman.
Guterres li ser rewşa şerê li Xezayê jî got: “Fermana tehliyekirina sivîlên ku cihê wan bi ewle nîne, ewlehiya wan naparêze.
Li Xezayê ti cih û kes ne ewle ye.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyarî da ku Lubnan li ber şerekî topyekûn e û diyar kir ku divê rêz li serwerî û yekîtiya axa hemû welatan bê girtin.

Antonio Guterres der barê rewşa giştî ya Gazze û herêmê de li Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da rojnamevanan.

Guterres bal kişand ku kabûsa li Xezeyê ketiye sala xwe ya duyemîn û wiha got:

“Îsal li Xezayê bû saleke qeyranan. Saleke krîzên mirovî, siyasî, dîplomatîk û exlaqî.”

Guterres: Xeza bû navenda êşên ku nayên xeyalkirin

Guterres diyar kir ku piştî 7’ê Cotmehê Xeza bû navenda êşên ku nayên xeyalkirin û bi bîr xist ku sivîl, rojnamevan, xebatkarên alîkariyên mirovî û personelên Neteweyên Yekbûyî hatin qetilkirin.

Guterres bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî li bakurê Xezeyê rewş xerab e û anî ziman ku Îsraîlê li herêmê “operasyonên xwe yên leşkerî” zêde kiriye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku Îsraîl li vir êrîşî cihên niştecihbûnê kir, nexweşxane vala kirin û ceyran qut kirin û got:

“Dîsa 400 hezar kes neçar dimînin ku biçin başûr. Başûr qelebalix, qirêj û ji pêdiviyên jiyanê bêpar e.”

“Ez hemû binpêkirinên mafên mirovan ên li Xezeyê bi tundî şermezar dikim.”

Guterres têkîldarî UNRWA’yê nameyek bo netanyahu şand

Guterres destnîşan kir ku di nava van hemû kaosê de Ajansa Alîkarî û Xebatê ya NY ya ji bo Penaberên Fîlîstînî yên li Rojhilata Nêzîk-UNRWA ji her demê girîngtir e.

Antonio Guterres nameyek ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re şand û metirsiyê xwe ji ber pêşnûmeya destûrî ya qedexekirina faaliyetên UNRWA yên li Îsraîl û Qudsa Rojhilat anî ziman.

Guterres diyar kir ku ger pêşnûme-qanûna mijara gotinê bê qebûlkirin dê xebatên li Xezze û herêmên Filistînê bên rawestandin û hişyarî da ku ev yek wê bibe sedema felaketeke mezin.

Guterres anî ziman ku ev qanûn di heman demê de peymana Neteweyên Yekbûyî û berpirsiyariyên Îsraîlê yên li gorî hiqûqa navneteweyî binpê dike.

“Li Xezayê ti cih û kes ne ewle ye”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres axaftina xwe wiha domand:

“Eşkere ye ku di awayê meşandina vî şerî de xeletiyeke pir cidî heye.

Fermana tehliyekirina sivîlên ku cihê wan bi ewle nîne, ewlehiya wan naparêze.

Li Xezzeyê ti cih û kes ne ewle ye.”

Guterres destnîşan kir ku rêgezên hiqûqa navneteweyî ji nîqaşê re vekirî ne û diyar kir ku divê sivîl li her derê bên parastin û pêdiviyên wan bên bicihanîn.

 

Previous Post

Bahoza herî xurt ên sed salên dawî: Milton

Next Post

Kevana Zêrîn a PAJKa’ê hunermend û gerîlaya şehîd Şoreş Semsûr bi bîr anî

Weşana girêdayî

Îran: Di êrişên Îsraîlê de hezar û 60 kes hatin kuştin
CÎHAN

Amerîkayê êrişî Îranê kir

Trump: Em ê bi tundî li Îranê bidin
CÎHAN

Trump: Em ê bi tundî li Îranê bidin

Amnesty: Têkliyên xwe yên bazirganiyê bi Îsraîlê re rawestînin
CÎHAN

Amnesty: Têkliyên xwe yên bazirganiyê bi Îsraîlê re rawestînin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye