Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerilayekî ku li Herêma Botanê de şehîd bûye eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbat û gelê kurdistanê re xwest û got, “Em wekî hevrêyên xwe emê têkoşîna hevala xwe Ezda bi serkeftinê tacîdar bikin.
soz didin ku xeyalên pakrewanên xwe pêk bînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerilayekî ku li Herêma Botanê de şehîd bûye eşkere kir.
HPG’ê li ser têkoşîn û kesayeta Şehîd Ezda Îsya ev nirxandin kir.
“Hevrêya me Ezda ya nirxeke mezin da her kêliya jiyana gerîla ku weke ji nû ve zayînê rave dikir û bû xwedî tevlîbûneke çalak, bi kesayeta xwe ya fedakar û kedkar jiyankirina cewhera gerîlatiyê esas girt.
Hevrêya me ya ku bi zanebûna wateya gerîla ji bo gelê me her tim xwest bibe xwediyê têkoşîneke hê mezintir û bi bandor, ji bo vê ji guhertinên girîng ên li kesayeta xwe bigire heta tevlîbûna li çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin, di gelek qadên têkoşînê de cih girt.
Hevrêya me Ezda ya ku hêrsa di dilê xwe de ya li hemberî dijmin kir sedema bingehîn a pêşketina xwe, her firsendê bi awayekî herî baş nirxand û xwest bibe layiqê hevrêyên xwe yên ku tevkariyê di pêşketina gel û di wê de çêkirine.
Hevrêya me Ezda ya ku xwe bi keda xwe ya bê hesab afirand, bi kesayeta xwe ya dirust û jidil di dilê hemû hevrêyên xwe yên têkoşînê de cih girt.
Em wekî hevrêyên xwe emê têkoşîna hevala xwe Ezda bi serkeftinê tacîdar bikin.
soz didin ku xeyalên pakrewanên xwe pêk bînin.
HPG’ê herî dawî sersazî ji malbat û gelê kurdistanê re xwest.
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Ezda Îsyan
Nav paşnav: Gewrê Semo
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik û bav: Behîcan – Şefîk
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2024’an/Botan



