Li seranserî Cîhanê bi çalakiyên cûda komploya naveteweyî hat şermezarkirin.
Di çalakiyan de banga azadiya Rêber Apo hat kirin.
Her wiha ji bo mitînga mezin a 16’ê Mijdarê li Kolnê û meşa navendî ya 12’ê Cotmehê li Baselê bangawazî hat kirin.
Di çarçoveya Rojên Abdullah Ocalan ên Cîhanê de li gelek deverên cîhanê bi çalakî, stand, çalakiyên xwendinê û pêşangehên wêneyan berdewam dikin.
Li gelek bajarên Almanyayê bi çalakiyê cûda komploya naveteweyî hat şermezarkirin.
LI bajarê Kîel ji bo azadiya Rêber Apo stand hat vekirin.
Çalakgeran li standê pirtûkên Rêber Apo dan nasîn.
Her wiha li bajarê Freîbûrg stand hat vekirin.
Di çalakiyê de ji bo meşa navendî ya 12’ê Cotmehê bangawazî hat kirin.
Li Frankfurt jî bi dehan Kurdistanî û dostên wan hatin ba hev û kon vedan.
Kurdistanî û dostên wan komplo şermezar kirin.
Li Berlînê bi çalakiyekê komploya nevenetewî hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de hat diyarkirin ku heta azadiya Rêber Apo ew ê têkoşînê geş bikin.
Li Hamburgê jî mîtîngek hat lidarxistin.
Di mîtîngê de hete gotin ku heta azadiya Rêber Apo ew ê her li qadan bin û têkoşînê xurt bikin.
Navendek din a çalakiyên Kurdistaniyan bajarê Heilbronnê bû.
Di çalakiyê de pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê hat tehşîrkirin.
Li Manheimê jî stand hat danîn.
Di standê de ji bo mitînga mezin a 16’ê Mijdarê li Kolnê bangawazî hat kirin.
Li Duisburgê jî mîtîng hate lidarxistin.
Di mîtîngê de bal kişandin ser Komployê.
Li Darmstadt jî stand hate vekirin.
Ne tenê li Almya li Fransa jî çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Starsburg ê Fransayê stand hat vekirin.
Li aliyekî din li gelek bajarên Swîsreyê jî çalakî hatin lidarxistin.
Li Luzern belgefîlma “Dîroka ji Agir” ya têkildarî pêvajoyên dîrokî ya komployê hate temaşekirin.
Li Cenevre jî pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin.
Li paytexta Meksîka Meksico City jî pêşangeha “Fikir, Zikir-Çalakî” hate vekirin.
Di pêşangehê de banga azadiya Rêber Apo hat kirin.
Her dawî li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî meşek hat lidarxistin.



