Hevsekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidt diyar kir ku hikumeta Tirk bi êşkenceya taybet a li Îmraliyê hem pîvanên navneteweyî hem jî qanûnên xwe binpê kiriye û got: “Ji ber vê yekê cezayê hucreyê êşkence ye û kiryareke nemirovî ye û ji aliyê muameleya piçûkxistinê û qedexeya cezayî ve dibe sedema pirsgirêkan.” FILM
Rêber Abdullah Ocelan 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di êşkenceya mutleq de tê ragirtin.
Pergala êşkence û qirkirinê ya li îmraliyê li dijî Rêber Apo di raporên gelek saziyên navneteweyî de jî cih girt.
Hevsekreterê Giştî yê ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan Yekîtiya Parêzerên Ewropî Thomas Schmidt ku ew jî yek ji serlêdêran e axivî.
Thomas Schmidt: Li girtîgeha Îmraliyê êşkenceyeke taybet tê kirin
Thomas Schmidt da zanîn ku rewşa li Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê parêzerên cîhanî ve wek êşkenceya taybet tê binavkirin û got:
“Ji ber vê yekê cezayê hucreyê êşkence ye û kiryareke nemirovî ye û ji aliyê muameleya piçûkxistinê û qedexeya cezayî ve dibe sedema pirsgirêkan. Ev rewş ji aliyê raportorê êşkenceyê yê taybet yê berê yê NY’ê Nils Melzer ve jî hat piştrastkirin.”
Thomas Schmidt, îşaret bi Qaîdeyên Mandella kir ku hepsa hucreyê wekî “Bi awayekî ku temasa mirovekî neke hepskirina 22 saetî an jî zêdetir” diyar dike û got:
“Ev yek standarda kêmtirîn ya NY’ê ye.”
Schmidt anî ziman ku hepsa hucreyê tenê di rewşên awarte de dikare bê sepandin û hepsa li dû hev û ji 15 rojan zêdetir wekî şêweyeke êşkenceyê tê qebûlkirin û wiha bi lêv kir:
“Loma qedexeya li ser hevdîtina bi parêzeran re ya li Girtîgeha Îmraliyê Qaîdeyên Standarda Helwesta li hember Girtiyan a BM’yê (Qaîdeyên Nelson Mandella), pêşniyarên CPT û Qanûna Cezayî ya Tirkiyê (Qanûna bi hejmara 5275’an) bi eşkere bin pê dike. ”
Thomas Schmidt: Tirkiye saziyên Ewropî îstîsmar dike”
Thomas Schmidt diyar kir ku divê daxwazên hiqûqî yên ku di pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de têne ziman bên qebûlkirin û wiha bi dawî kir:
“Bi taybet Desteya Ewropayê; dewletên endam û CPT divê derfetên ku qanûn û peymanên navneteweyî didin wan bi kar bînin. “



