Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji kampa Dîbega ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê 501 koçber vegeriyane cih û warên xwe û alîkarî li ser koçberan hatine belavkirin.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê têkildarî vegera hejmarek din ya koçberên li kampên sînorê parêzgeha Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji kampa Dîbega ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê 501 koçber vegerandine ser cih û warên wan yên li sînorê parêzgehên Nînowa, Kerkûk û Selahedîn.
Her wiha hate diyar kirin ku li ser koçberên ku vegeriyane alîkariya darayî û pêwîstiyên jiyanî hatiye belavkirin.
Hêjayî gotinêye ku biryar bû heta dawiya meha Tîrmeha îsal, hemû kampên li sînorê Başûrê Kurdistanê bihata girtin û hemû koçber vegeriyana ser cih û warên xwe.
Lê hîna beşek ji kampan nehatine valekirin û girtin.



