Îsraîlê li gundewarên Humisê kargehek û li Hemayê baregeheke leşkerî kirin hedef.
Li gorî nûçeya ajansa SANAˈyê ya ser bi hikumeta Şamê ve, artêşa Îsraîlê li bajarê Hesya yê gundewarên Humisê kargeheke erebeyan û li gundewarên Hemayê baregeheke leşkerî bombebaran kirin.
her wiha hate ragihandin ku êriş saet nêzî 01.00’an pêk hatiye, di encamê de tenê zirarên madî çêbûne.
Artêşa Îsraîlê duh bi şev jî bi balafireke bêmirov a biçek avahiya polîsan a hikumeta Şamê ya li Çerxerêya El Elem a li deriyê rojhilat ê têketina bajarê Quneytîrayê bombebaran kiribû.
Li gorî SOHR’ê, di bombebaranê de polîsek hate kuştin û hin jî birîndar bûn.
Li gorî daneyên SOHR’ê, artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 106 êriş (87 esîmanî û 19 bejahî) li Sûriyê pêk anîn.



