5 sal di ser dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî re derbas dibin.
Di nava 5 salan de her du bajar ji aştî, aramî û jiyana hevbeş bêpar hatine hiştin.
Berevajî wê binpêkirinên dijî mirovan bê navber têne kirin.
Şêniyên her du bajaran axivîn û gotin hêjî çavê wan li vegerê ne û tu carî qebûl nakin ku kon bibin malên wan.
9’ê Cotmehê 2019 dagirkeriya tirk û çeteyên wê li dijî bajarê Serêkaniyê û yê Girê Spî yên kantona Firatê êriş pêk anîn.
Di encamê de her du bajar hatin dagirkirin.
Di êrişê de zêdetirî 300 hezar şênî bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin, nexasim piştî ku mal û milkên wan hatin wêrankirin û talankirin.
Şêniyan berê xwe da kampên ku Rêveberiya Xweser ava kirine, hinek jî li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn.
Li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê, Mihemed El Mihêdî (50) ku êdî tenduristiya wî pê re nabe alîkar, rahiştibû bêrê û li derdora konê xwe dîwarek ava dikir da ku wê di zivistanê de biparêze.
Koçberên Serê Kaniyê: Hêjî çavê me li vegerê ne
El Mihêdî ku her tim çavê wî li vegerê ye, got ku ew nikarin qebûl bikin ku kon bibin mala wan.
Li nêzî dîwarekî, koçbera bi navê Fatme El Mihemed (40) bi zarokên xwe re rûniştiye.
Fatme El Mihemed got ku 5 sal e ew di van konan de dijîn û got:
Dema ku min ev ode ava kir mala min hat bîra min.
Lê hîn hêviya me heye ku em vegerin û dost û xizman re bicivin. Çawa em derketin em ê wisa jî vegerin.”
Koçberên Girê Spî: Kîjan rojê be teqez em ê vegerin
Li kampa Girê Spî ya li Eyn Îsayê jî ku di 22’yê Mijdara 2019’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin, zêdetirî 7 hezar koçber dimînin.
Ji wan Ebdurezaq El Umer (50) bavê 9 zarokan diyar kir ku vegera wan li warê wan teqez e û got: “Eger derfet nebe ku em vegerin, zarokên me yên ku me ew bi hezkirina welat û berxwedanê mezin kirine, dê vegerin.”



