Hejmara kesên ji Lubnanê berê xwe daye taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bû hezar û 331.
Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 1ˈê Cotmehê ji bo kesên ji ber şerê li Lubnanê têne herêmê, maseya krîzê ava kiribû.
Endamên maseyê ku ji saziyên têkildar pêk tê, pêwîstiyên koçberên li Lubnanê tên, bi cih tîne.
Li gorî agahiyên ku endamên maseyê dane ajansa ANHA’yê, heya niha hezar û 331 kes ji Lubnanê hatine ku di nav de yên lubnanî jî hene.
Maseyê diyar kir ku hatina şêniyan a ji Lubnanê dewam dike.
Jina bi navê Meqbûla Remedan a ji Lubnanê hatiye zor û zahmetiyên xw eanî ziman.
Meqbûla diyar kir ku komîn û meclisê xaniyeke ji 2 odeyan pêk tê, daye wê û zarokên wê.
Hejmara kesên ku ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 18 hezar û 546. Di nava wan de 58 lubnanî jî hene.



