Careke din keştiyeke Birîtaniyayê li rohilat û başûrê Hudeyda ya Yemenê bû armanc.
Rêveberiya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanî ragihand ku keştiyek li başûrê rojavayê Hudeyda ya li Yemenê bûye armanc.
Kesên li ser keştiyê ragihandin, êrişa ku ji cihekî nenas ve hat kirin ti zirarên canî pêk nehatin.
Li gorî wan hemû xebatkar karên xwe berdewam dikin û keştî berê xwe daye benderên El-Roso.
Beriya niha Husiyan ragihandibûn ku piştgiriya Amerîka û Îngilîstanê ji bo Îsraîlê wê berjewendiyên xwe bavêjin nava agir.
Piştî êrişên Îsraîl li ser Xezayê keştiyên bazirganiyê yên di deriya Sor re derbas dibin armanca Husiyên li Yemenê.
Heta niha Husiyan 200 êrîş bi mûşek û dronan li dijî keştiyên bazirganiyê pêk anîne.



