Li Zapê gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên sekvaniyê û giran li dagirkeran xist.
Di çalakiyan de 5 leşkerên din yên dagirker hatin cezakirin, kepçeyek jî hat bêkêrkirin.
Arteşa Tirk a qirker jî di nav de teqemeniyên qedexe 33 car êrişî qadên gerîla kir.
Di serî de Zap, Xakurkê û Metîna, li Herêmên Parastina yên Medyayê çalakiyên li dijî dagirkeriya Arteşa dewleta Tirk dewam dikin.
Di çalakiyan gerîla de 5 leşkerên din yên dagirker hatin cezakirin û kepçeyek jî hat bêkêrkirin.
Têkildarî çalakiyan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
Li Zapê 5 dagirker hatin cezakirin, kepçeyek jî hate bêkêrkirin
Li gorî daxuyaniyê;
8 û 9’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Girê Bahar û Girê Amediyê yên Rojavayê Zapê 5 car li dagirkeran hat xistin.
Çalakî bi rêbazên sekvaniyê, çekên giran û ferdî pêk hatin.
Di vê lêdana gerîla de hat ragihandin ku 5 leşkerên Arteşa Tirk a qirker hatin cezakirin.
Her wiha hat diyarkirin kepçeyeke dagirkeran jî ku ji bo armanca leşkerî rê çêdikir hat bêkêrkirin
Hemwextî vê 9’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê jî li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Di nav de teqemeniyên qedexe qadên gerîla 33 car hat bombekirin
Di dewama daxuyaniyê de HPG’ê derbarê sûcên dagirkeriyê yên bi çekên qedexe de agahî parve kir.
Li gorî vê, tunelên gerîla yên li Girê FM û Cudî 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Her wiha dawiyê hat eşkerekirin ku Herêma Xakurkê, Garê, Metîna, Zap û Qendîl jî bi giştî 27 caran bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.



