Hejmara kesên ji ber şerê Lunbnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 18 hezar û 667.
Heyva Sor a Kurd jî, ji bo alîkariya bi van kesan re 2 kon li Hesekê vedane.
Maseya krîzê diyar kir heya niha 18 hezar û 667 kes ji ber şerê Lubnanê xwe li Herêmê girtine.
Li gorî dayîna maseyê 6 hezar û 555 mêr, 5 hezar 907 jin û 6 hezar û 130 zarok hatine.
Her wiha ji wan 58 Lubnanîne û 17 cenaze jî hene.
Rêveberiya Xweser bi rêya maseya krîzê a ku ava kiriye, kesên ji Lubnanê tên pêşwazî dike û wan bi cih dike.
Heyva Sor a Kurd 2 konên alîkariyê li Hesekê vedan
Li aliyê din, Heyv Sora Kurd jî di çarçoveya kampanya ku daye destpê kirin li bajarê Hesekê 2 konên komkirina alîkariyan vedane.
Endamê Hevya Sor a Kurd Xelîl Silêman jî bang li şêniyan kir ku alîkariyan pêşkêşî kesên ku ji Lubnanê tên, bikin.



