Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya a kantona Minbicê sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef di salvegera 5’emîn a şehadeta wê de, ew bi bîr anî.
Merasîma bibîranînê li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a bajarê Minbicê li dar ket. Tê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê û desteyên wê, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatêb Şehîdan, xet û meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl û şêniyên kantona beşdar bûn.
Di serî de dayikên şehîdan li ber wêneya şehîd Hevrîn Xelef mûm pêxistin.
Endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinên Sûriyeyê ya kantonê Neqşiye Xelîl destnîşan kir ku şehîd Hevrîn ji bo rizgarkirina jinên Sûriyeyê heta dema şehadeta xwe tê dikoşiya û got: “Şehîd Hevrîn her tim ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê dixebitî. Em sûcê hedefgirtina wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di 12’ê Cotmeha 2019’an de, bi tundî şermezar dikin. Hedefgirtina şehîd Hevrîn hedefgirtina tevahî jinên Sûriyeyê ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Neqşiye Xelîl soza şopandina rêya şehîd Hevrîn nû kir.
Her wiha sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Hevrîn û rola wê di diyarkirina nexşerêya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê de, hat pêşandan.
Merasîm bi siloganên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.



