Rêzeçalakiyên di çarçoveya şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de li herêmê dewam dike.
Mala Êzidiyên Helebê, Meclisa Civaka Ermenî û şêniyên taxa Zorava ya Şamê û Tebqayê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin.
Di çalakiyan de peyama bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate dayîn.
Rêzeçalakiyên di çarçoveya şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de li herêmê dewam dike.
Di vê çarçoveyê de Mala Êzidiyên Helebê li taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da.
Mala Êziyan diyar kir ku fikrê Rêber Apo ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriye û ev tişt got:
“Ji bo çareseriya pirskirêkan divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.
Lewma divê asta têkoşîna ji bo azadiyê were bilindkirin.”
“Divê Rêber Apo azad bibe”
Girêdayî heman mijarê şêniyên taxa Zorava ya Şamê jî bi meşeke girseyî komplo şermezar kirin.
Endamê Komîteya Têkiliyan a rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Şamê Mihemed Îbiş komolo şermezar kir û got:
“Divê asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bilidkirin.”
Her wiha Meclisa Civaka Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî komplo şermezar kir.
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyê Yekbûyî (NY), dadgeha edaletê ya navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku bi erkê xwe ragbin.
Çalakiya konvedanê ya Tebqayê bi dawî bû
https://hawarnews.com/kr/calakiya-konvedane-ya-tebqaye-bi-dawi-bu
Dervereke din a cihê çalakiyê jî Kantona Tebqayê bû.
Di çalakiya konvedanê de xelkê herêmê û gelek nûnerên cuda amade bûn.
Li wir hate diyar kirin ku tecrîd li pêşiya çareserkirina dozên Rojhilata Navîn û doza Kurd astenge.
Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û CPTʹyê hat kirin ku bi cidî rola xwe bilîzin û zextê li Tirk bikin ku erkê xwe yê mirovî pêk bîne.



