Li Îngiltereyê bi boneya salvegera pêngava “Ji Abdullah Oclan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” mîtîng hat lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bi meşa ku bi dirûşmeya ‘Meşa Dirêj’ sê roj bû hatibû destpêkirinê tevlî mîtîngê bûn.
Çalakiya girseyî li ber parlamentoya Îngiltereyê hate lidarxistin.
Di daxuyaniyê de Komploya Navnetweyî ya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin û wiha hate gotin:
“Ev kompoloyeke nemerdî û dijminane bû.
Rêber Apo bi paradîgmaya xwe modernîzma kapîtalîst ser û bin kir û îro bi milyonan mirov li ser şopa wî diçin.
Em li Rojhilata Navîn aşîtî û azadiyê dixwazin û ji bo vê yekê jî li dor fikrên rêber Apo kom dibin.
Tecrîda mutlaq wê têk biçe û Rêber Apo azad bibe.”
Margaret Owenê: Divê Abdullah Ocalan demildest azad bibe
Parêzvana mafê mirovan parêzer Margaret Owenê jî li wir balkişand ser ramanê Rêber Apo û got:
“Fikrên wî yên li ser pergala Konfederalîzma Demokratîk, têkoşîna jina azad û Jineolojiyê bêhempa ne.”
Margaret Owenê, tecrîda mayînde ya li ser Rêber Apo wek êşkenceyê bi nav kir û diyar kir ku divê Rêber Apo demildest azad bibe.



