Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di danê êvarê de careke din êrişî herêmê kirin.
Nûçegihanên me yên li herêmê ragihand ku dagirkeran herêma Şehbayê û Eyn Îsa topbaran kirine.
Di danê êvarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwext du herêm bi ve re topbaran kirin.
Dagirkeran destpêkê kampa Eyn Îsa ya ku li rojavayê bajarê Eyn Îsa dikeve, topbaran kirin.
Piştî wê jî dagirkeran gundê Til Medîq ê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir.
Êrişa dagirkeran dem dirêj dewam kir.
Lê têkîldarî ziyanên êrişê agahiyên berfireh nehate bidestxistin.



