Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Senatorê ji Sinn Feinê Paul Gavan di salvegera pêngavê de axivî.
Senator Paul Gavan got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo misogerkirina aştî û edaletê ya ji gelê Kurdistanê re xwedî girîngiyeke esasî ye.”
Rêber Apo ji sala 1999’an û vir ve li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tê ragirtin û ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.
Daxwaza parêzeran û malbatê ya ji bo hevdîtinê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ tê astengkirin.
Ji 10’ê Cotmeha 2023’an û vir ve ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya gelê Kurd pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriy ji pirsgirêka Kurd re’ dewam dike.
Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Senatorê ji Sinn Feinê Paul Gavan di salvegera pêngavê de axivî.
Paul Gavan, banga xwe û partiya xwe bi bîr xist û got:
“Banga min û ya partiya min Sinn Feinê gelekî zelal e. Divê hikumeta Tirk Abdullah Ocalan berde.”
Senator Paul Gavan diyar kir ku haya wan ji tecrîda giran a li ser Rêber Apo heye û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe û ev yek anî ziman:
“Her cara ku tevlî Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê dibim, dibînim ku jin û mêr ên Kurd radibin ser piyan, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û dixwazin ew bê berdan.
Haya min ji êşkence û zilma li wî tê kirin heye.”
Paul Gavan: Divê hikumeta Tirk Abdullah Ocalan serbest berde
Senator Paul Gavan destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo gelê Kurdistanê xwedî girîngiyeke esasî ye û wiha pê de çû:
“Her wiha zanim ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo misogerkirina edalet û aştiya ji bo gelê Kurdistanê xwedî girîngiyeke bingehîn e.
Ji ber vê jî banga min û ya partiya min Sinn Feinê gelekî zelal e:
Divê hikumeta Tirk Abdullah Ocalan serbest berde. Divê destûrê bide wî ku karibe pêşengiyê ji aştî, edalet û danûstandinê re bike.
Divê ev bang li cîhanê deng vede.”



