Ji Fermandariya Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar şerê li Kurdistan taybetî jî li Bakur nirxandin kir.
“Gerîlayên azadiyê li çiyê li hemberî artêşa dagirker a dewleta Tirk têkoşîneke bêeman dimeşînin.
Têkoşîneke bêhempa ye, gerîla wê hêz û îradeya artêşa dagirker bişikîne.
Divê êdî gel û gerîla hêza xwe bikin yek û her derê bikin qada berxwedanê.”
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedanek destanî dimeşînin.
Ji Fermandariya Navendî ya YJA Starê Batûfa Çekdar li ser qadên gerîla axivî ku êrîşên dagirkeriyê bê navber lê dewam dikin.
Batûfa Çekdar bi bîr xist ku Rêber Apo beriya 52 salan dest bi têkoşîna azadiyê kir û got,
“Meşa Rêberê me ji Bakur destpê kir. Bi demê re bi milyonan mirov tevlî vê berxwedanê bûn.
Têkoşîna ku li Bakur şîn bûn, li welatê me veguherî daristaneke mezin.
Her çeperek veguherî berxwedaneke mezin. Bi fîşeka destpêkê ya hevalê Egîd re şerê gelê me destpê kir.
Ew fîşeka ku li dil û mejiyê dagirkeran ket, 40 sal li pey xwe hişt.
Îro bi hezaran Egîd 15’ê Tebaxê bi heman ruhê têkoşînê pêşwazî dikin.
Tovê jiyana azad ê beriya 52 salan li Kurdistanê hate reşandin, îro civakeke berxwedêr afirandiye.
Fermandar û milîtanên Apoyî ku bi salan e li dijî dagirkeriyê li her çeperê heta nefesa xwe ya dawî şer dikin, artêşa Kurdistanê ne.”
“Armanca xwe ya bingehîn ew e ku li Bakur gerîla nehêlin”
Batûfa Çekdar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker û ev yek anî ziman:
“Herêma ku herî zêde êrîş lê tê kirin Bakurê Kurdistanê ye.
Dewleta Tirk ji bo tinekirina gelê me bi planeke demdirêj û berfireh dest bi êrîşan kir û hîn jî di çarçoveya heman stratejiyê de êrîşan dewam dike.
Armanca xwe ya esasî ew e ku Bakurê Kurdistanê bê gerîla bihêle.
Ji ber vê jî Hîtlerê duyemîn Erdogan ê faşîst beriya çend rojan ragihand ku di nava salekê de li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 38 hezar operasyon pêk anîn.”
Batûfa Çekdar: Divê her der bibe qada berxwedanê
Fermandar Batûfa Çekdar diyar kir ku divê gel û gerîla hêza xwe bikin yek û wiha bi dawî kir.
“Gerîlayên azadiyê li çiyê li hemberî artêşa dagirker a dewleta Tirk têkoşîneke bêeman dimeşînin.
Têkoşîneke bêhempa ye, gerîla wê hêz û îradeya artêşa dagirker bişikîne.
Lê belê bi şerê gel ê şoreşgerî ev têkoşîn wê hîn xurt bibe. Divê êdî gel û gerîla hêza xwe bikin yek û her derê bikin qada berxwedanê.”



