HRE’yê ragihand ku di çalakiya wan a 5’ê Cotmehê de li Şêrawayê dagirkerek hatiye kuştin.
Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.
HRE’yê bi nivîskî daxuyand ku 5’ê Cotmehê yekîneyên Tîma Şehîd Avesta yên hêzên wan, li xeta Eyn Deqnê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê, çalakiyeke suîqastê kiriye.
Li gorî daxuyaniya HRE’yê, di çalakiyê de dagirkerek hatiye kuştin.



