Saziya Endeksa Birçîbûnê ya Cîhanî têkîldarî birçîbûnê li seranserî cîhanê raporek amade kir.
Li gorî saziyê li cîhanê 733 milyon mirov di bin bandora birçîbûnê de ne.
Her wiha di raporê de bal hat kişandin ser têkiliya di navbera newekheviya zayendî.
Hat destnîşankirin ku herî zêde jinan di bin bandora birçîbûnê de ne.
Li gorî Endeksa Birçîbûnê ya Cîhanî ya herî dawî ya ku li Berlînê ji hêla saziya alîkariyê ya Alman World Huger Relief ve hate weşandin, li seranserê cîhanê 733 mîlyon mirov hîn jî di bin bandora birçîbûnê de ne.
Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî li Afrîkaya Sub-Sahara û Başûrê Asyayê rêjeya birçîbûnê gelekî zêde ne.
Hat destnîşankirin ku di têkoşîna li dijî birçîbûnê ya li cîhanê de kêm pêşketin çêbûne.
Herî zêde jinan di bin bandora birçîbûnê de ne
Di raporê de bal hat kişandin ser têkiliya di navbera newekheviya zayendî, bêewlehiya xwarinê û encamên guherîna avhewayê de, rapora îsal diyar kir ku herî zêde jin û keç di bin bandora birçîbûnê de ne.
Di raporê de ku rewşa xurekan a li 136 welatan analîz dike, her wiha balê dikişîne ser wê yekê ku jin û keçên ciwan ji ber encamên guherîna avhewayê bi awayekî nelirêtî zirarê dibînin.
Di nirxandinê de her wiha hat destnîşankirin ku li herêmên ku birçîbûn lê zêde ye krîzên wekî şerê çekdarî, encamên guherîna avhewayê û deynên zêde bandorî hev dikin.
Di raporê de bal hat kişandin ser bandorên neyînî yên newekheviya zayendî jî û wiha hat gotin:
“Tevî ku bi dehsalan behsa pêwîstiya bidestxistina wekheviya zayendî tê kirin jî, newekheviya zayendî her ku diçe zêde ye.
Di nav kesên ku kêmxwarinê de ne, jin herî zêde di bin bandora bêewlehiya xwarinê de ne û li hin welatan ferqa zayendî ji sedî 19 ye.”
Li hin herêman birçîbûn dîsa zêde dibe
Di raporê de birçîbûn di sala 2024’an de li Burundî, Yemen, Madagaskar, Somalî, Sûdana Başûr û Çadê wekî “xetereke pir cidî” hate binavkirin.
Hat destnîşankirin ku li 36 welatan rewş cidî ye.
Hate diyarkirin ku li gelek welatan rewş her ku diçe xirabtir dibe.
Hat destnîşankirin ku ji sala 2016’an û vir ve li 22 welatên ku di sala 2024’an de nirxa wan a navîn, giran an jî pir cidî birçîbûn zêde bûye.
Di demeke kurt de çareseriyek ne mumkin xuya dike
Li aliyê din, welatên ku têkoşîna li dijî birçîbûnê qismî serkeftî bûye jî hene.
Welatên wekî Bangladeş Mozambîk, Nepal, Somalî û Togo li gorî nirxên xwe yên îndeksê pûanên xwe bi girîngî baştir kirine.
Li gorî raporê, armanca ji holê rakirina birçîbûnê heta sala 2030’an ne pêkan e.



