Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir ku hilbijartin ji bo rizgarkirina Kurdistanê ya ji dagirkerî û qirkirinê, girîng e.
KCK’ê got, divê îradeya welatparêz bi rengekî xurt bê nîşandan.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilbijartinên parlamentoyê ya Başûrê Kurdistanê ku wê 20’ê Cotmeha 2024’an bê lidarxistin, daxuyaniyek da.
KCK’ê û destnîşan kir ku gelê Kurd divê li dijî xeta hevkar û xiyanetê helwest nîşan bide, lewma ev hilbijartin pir girîng e.
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:
“Weke tê zanîn di 20’ê Cotmeha 2024’an de wê li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê çêbibin.
Li Başûrê Kurdistanê hilbijartin bê kirin û ev hem ji bo Başûrê Kurdistanê hem ji bo tevahî Kurdistanê girîng e.
Li dijî plana xeter pir girîng e ku gelê me li ser xeta welatparêziyê yekîtiya xwe ya neteweyî pêş bixe û li ser vî bingehî têkoşînê mezin bike.
Divê nêzîkatiya gelê me û hêzên welatparêz li hemberî hemû bûyeran li ser vî bingehî be.
Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê ku wê 20’ê Cotmeha 2024’an bên lidarxistin, divê li ser vê bingehê cidî bê girtin û li gorî vê nêzîkatî bê diyarkirin.”
KCK: Li dijî xeta xiyanetê nîşandan helwestê erka welatparêziyê ye
KCK’ê anî ziman ku helwest nîşadana li hemberî PDK’ê ji bo gelê kurd girînge û wiha anî ziman:
“Bêguman hemû dijmin û hêzên tarî xwe dispêrin PDK û Barzaniyan û li ser Kurdistan û gelê Kurd planên qirêj saz dikin û siyasetê dikin. Li Kurdistanê li her derê helwest nîşandana li dijî xeta xiyanet û hevkariya bi vî rengî erka sereke ya welatparêziyê ye. Divê gelê me û hêzên neteweyî yên demokratîk û welatparêz di her firsendê de vê helwestê nîşan bidin.”
KCK: Li dijî xeta xiyanet û hevkariyê helwesteke xurt pêş bixin
KCK’ê anî ziman ku divê gelê me helwestek xurt pêş bixe û got:
“Gelekî girîng e ku gelê me di hilbijartinên 20’ê Cotmeha de li dijî xeta xiyanet û hevkariyê helwesteke xurt pêş bixe.
Gelê Kurdistanê yê welatparêz divê piştgiriyê bide hêz û namzedên welatparêz, demokratîk û neteweyî û girêdayî van yekan helwesta xwe nîşan bide. ”
KCK: Divê gelê me di hilbijartinan de îradeya xwe nîşan bide
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî got:
“Gelê me divê di hilbijartina 20’ê Cotmeha 2024’an de li ser vî bingehî tevbigere û îradeya xwe bi rengekî xurt nîşan bide. Divê hêz û namzetên welatparêz jî xwedî li vê helwesta gelê Kurdistanê derbikeve û li dijî xeta hevkar û xiyanetê, xeta welatparêziyê û hêmanên demokratîk esas bigirin û bi vî rengî xebatan bimeşînin.”



