Bi hatina dema cotkirina erdên çandiniyê re, cotkarên zeviyên wan nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ne bi fikar in ku ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve werin hedefkirin.
Çotkarek ji Dêrna Axê diyar kir ku vê havînê ji tirsa ku leşkerên Tirk êrişî wan bike, berhemên xwe yên mewsim berhev nekirin û di encamê de mewsim telef bû.
Bi hatina dema cotkirina erdên çandiniyê re, cotkarên zeviyên wan nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ne bi fikar in ku ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve werin hedefkirin.
Herêma Aliyan ku ji dehan gundan pêk tê, ji bakurê bajarê Tirbespiyê heya bakurê bajarê Girkê Legê dirêj dike.
Li herêmê bi hezaran donimên erdên çandiniyê hene.
Gundê Dêrna Axê jî yê 3 kîlometreyan li bakurê bajarê Çilaxa ye û hejmara niştecihên wê 450 kes in, yek ji gundên çandiniyê yên navdar li herêma Aliyan e.
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker di payîza 2022ˈyan de cotkarê bi navê Miheydîn Ebdulrezaq ê ji Dêrna Axê ku erdên xwe cot dikir di encama gulebarana leşkerên dagirker de şehîd bû.
Welatiyê bi navê Xelef Xelîl Golî xwediyê 150 donim erdê li ser sînor e, her sal di navbera cotkirina erdê xwe yê li ser sînor û hiştina erd bê çandinî de dudil dibe.
“Erdê me debara me ye, em dest jê bernadin”
Xelef Xelîl Golî diyar kir ku gundiyan vê havînê zebeş çandin, lê hejmareke mezin a gundiyan ji tirsa ku leşkerên Tirk êrişî wan bike, zebeş berhev nekirin, di encamê de mewsim telef bû.
“Em dest ji erdê xwe bernadin”
Xelef Golî da zanîn ku dewleta Tirk rasterast êrişî me dike da ku me neçarî koçkirin û terikandina erdê xwe bikin û di encamê de xaka me dagir bike.
Lê em şêniyên gund helwesta me sabit e.
Xelef Xelîl Golî di dawiya axaftinên xwe de bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kir.



