Di êrişên Îsraîlê yên duh bi şev ên li ser Lubnanê de 12 kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê bîlançoya kuştî û birîndarên êrişên duh bi şev ên Îsraîlê aşkera kir.
Li gorî daxuyaniyê di êrişên li ser Bîsariyê de 3 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne, li Ensariyê jî 3 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûn,
li bajarokên Gaziye û Edlûn ên başûr kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû,
di êrişa li herêma Belebek Hermel de jî 5 kes hatin kuştin û 5 jî birîndaR bûn.
Wezaretê bi daxuyaniyeke din ragihand ku ji destpêka şerê li Lubnanê ve 2 hezar û 229 kes hatine kuştin û 10 hezar û 380 kes jî birîndar bûne.
Hizbullaha Lubnanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê baregeha leşkerî ya Îsraîlê ya li başûrê bajarê Heyfa yê li bakurê Îsrîalê bi moşekan kiriye hedef.



