Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê hejmara leşkerên Tirkiyê yên li nav xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê eşkere kir.
Weed Qedo da zanîn ku hejmara leşkerên dewleta Tirk 5 hezarî derbas kiriye û got: “Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê, zêdetirî 450 gundên sînorê Başûrê hatine çolkirin.”
Weed Qedo diyar kir ku lihevkirina di navbera Enqere û Bexdayê de serweriya Iraq lewaz dike.
Planê dagirkirina xala Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve roj bi roje zelaltir dibe.
Dewleta Tirk di nava çend salê dawî de bi hezaran leşkerên xwe derbasî nav xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê kiriye.
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Weed Qedo derbarê hejmara leşkerên Tirk yên di nav xaka Iraqê de daxuyaniyek çapemeniyê da.
Weed Qedo da zanîn ku hejmara leşkerên dewleta Tirkiyê yên li nav xaka Iraqê 5 hezarî derbas kiriye û wiha got:
“Zêdetirî 80 baregehên leşkerî hatine avakirin, di nava wan de 14 baregeh cihên balafiranin.
Ev yek ji bilî navendek Îstîxbarata Tirk ya li Herêma Başûrê Kurdistanê ye.
Tirkiye gelek kel û pelên leşkerî bicihkiriye û dikare bi van çekan her cihê bixwaze li nav xaka Iraqê bike hedef.
Ev baregehên dewleta Tirk jî tenê 28 kîlometre ji Nînova dûre û bi kûrahiya 185 kêlometre nav xaka Iraqê ne.”
Weed Qedo: Lihevkirina Iraq bi Tirkiyê re serweriya welat lewaz dike
Weed Qedo da zanîn ku parlamento lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiyê de red dike û got:
“Ev lihevkirin serweriya Iraq lewaz dike û binpêkirinên hêzên Tirkiye yên li Başûrê Kurdistanê rewa dike.”
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Weed Qedo dawiyê da zanîn ku, ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê, zêdetirî 450 gundên sînorê Başûrê hatine çolkirin.



