Rêxistina Stêrk ya Mafên zarokan li ser 2 zarokên ku di êrîşa li ser Minbicê de şehîd bûn daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di hemû êrîşên kû li cîhanê tên kiriin piranî zarok dibin qurbanî.
Taybet erîşên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ji % 80 zarok ji jiyana xwe ya zarokatiyê dur ketine.
Ji ber êrîşên Rojane li ser derunî û kesayeta zarokan bandor dike.
Di dîroka 10-10-2024an di encamê êrîşa dewleta Tirk ya dagirker li ser gundê tehna a mezin ya giridayê minbicê 2 zarokên bi temenê xwe yê 5 û 9 salî jiyana xwe ji dest dan.
Di heman êrîşê de 3 zarok jî birîndarin.
Em hêzên ku çavên xwe li wan êrîşan digrin şermezar dikin.
Bi navê rêxistina stêrk ya şopandin û parastina mafê zarokan û bi navê hemû zarokên bakûr û rojhilatê sûriyê em bang li hemû hêzên navnetewî dikin ku bi erken xwe rabin.”



