Li gorî maseya krîzê ya Rêveberiya Xweser, 257 kesên din ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.
Bi vê yekê hejmara kesên ji ber şer li Lubnanê hatine herêmê bû 19 hezar û 132 kes.
Di nava vê hejmarê de 58 lubnanî û 19 cenaze jî hene.
Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz vegera kesên ji Lubnanê tên herêmê, hêsan dike.
Rêveberiya Xweser bi rêya maseya krîzê kesên ji Lubnanê tên pêşwazî dike û wan bi cih dike.
Hevya Sor a Kurd jî li hemû bajaran konên komkirina alîkariyan vedane.
Nêzî 19 hezar kes ji Lubnanê vegeriyane Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê



