Muqawema Îslamî ya li Iraqê ragihand ku bi armanca piştevaniya ji gelê Filistîn û Lubnanê re, bi balafirên bê mirov êrişî 2 deverên di bin kontrola Îsraîlê de kirin.
Koma çekdarên Berxwedana Îslamî (Muqawema Îslamî) ya li Iraqê ragihand ku di çarçoveya piştevaniya ji bo gelê Filistîn û Lubnanê de, danê sibehê bi rêya balafirên bê mirov ên bi çek êrişî navçeya Colanê ya dibin kontrola Îsraîlê de kirin.
Muqawema Îslamî diyar kir ku wê bajarê Îlatê yê li beramberî kendava Eqebe ya Deryaya Sor jî bi balafirên bê mirov ên bi çek bombebaran kir.
Hate diyarkirin ku êrişa wan li hedefê ketiye, lê ziyanên madî û canî diyar nebûn.
Hêjayî gotinêye ku piştî kuştina Hesen Nasrullah ji aliyê Îsraîlê ve, Berxwedana Îslamî ya li Iraqê êrişên xwe yên li ser Îsraîlê destpêkirin.
Îsraîl jî gefa hedefgirtina Iraq û komên çekdar dixwe.



