Serokeşîr û mezinên civaka Êzidî yên di Desteya Eşayîrî ya Şengalê de cih digirin, ji bo hilbijartinên 20’ê Cotmehê ya parlementoya Başûrê Kurdistanê ji gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên li herêmê xwestin, ji ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, xiyaneta li civaka Êzidî û gelê Kurd, deng nedin PDK’ê û gotin: “Dengê xwe ji yên dilsoz û welatparêz re bidin.”
Di 20’ê Cotmehê de dê xelkê başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlementoyê biçin ser sindoqan û nûnerên xwe yên dema nû hilbijêrin.
Gel di serî de hemû aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê girîngiyeke mezin didin vê hilbijartinê.
Ji ber ku gel û partiyên siyasî vê hilbijartinê weke guhertina hevsengiyan, gaveke nû û têkbirina siyaseta PDK’ê ya îxanetê dibînin.
Bi vê hilbijartinê tê xwestin desthilata Barzaniyan a li Başûr bêgûhertin.
Yek ji civaka ku herî zêde zirar ji desthilata Barzaniyan û bi giştî jî PDK’ê dîtiye civaka Êzidiye.
Bi vê mebestê Serokeşîrên Êzidî yên di nava Desteya Eşayîrî ya Şengalê de ji bo hilbijartinên Başûrê Kurdistanê axivîn.
“Deng nedin yên xiyanet li Êzidiyan kiriye”
Cîgirê Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Dexîl Xwedêda Xelef ji gelê Başûrê Kurdistanê û hemû bîr û baweriyan xwest di hilbijartinê de neyên lîstikan û got:
“Em hêvî dikin hemû civak, ol û baweriyên cuda ku li ser axa Başûrê Kurdistanê dijîn di hilbijartinê de neyên lîstikan.
Di dîrokê gelek caran îxanet li civaka me hatiye kirin û em hêvîdarin ku civaka me hişyar be û di hilbijartinê de dengê xwe bide kesên ku kêrî civaka wan tê.”
“Dema hun deng didin dest deynin ser wijdana xwe”
Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Seîd Melhem Hemo jî bang li gelê Kurd kir ku dema çûn ser sindoqan destê xwe deynin ser wijdana xwe û wiha bi lêv kir:
“Ez bang li êzidiyên ku dê hilbijartinê de deng bikar bînin dikim, dema biçin ser sindoqan divê tenê berjewendiyên xwe yên şexsî nefikirin, di berjewendiya civakê de jî bifikirin.”
“PDK’ê siyaseta dewleta Tirk pêktîne, dengê xwe nedinê”
Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Xidir Hecî Mîrza jî da zanîn ku eger PDK’ê di hilbijartinê de bi sernekeve wê peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Êzidiyan jî hilweşe û vê bangê kir:
“Îro em dengê xwe digihînin miletê xwe, miletê me yê welatparêz.
Divê hemû pêkhateyên başûrê Kurdistanê dengê xwe bidin kesên welatparêz.
Divê miletê me hişyar be û ji tu gefên partiyan netirse.”



