Rêxistina Sara: Divê Artêşa Wetenî ya Sûriyê bikeve lîsteya terorê

Endama rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê Mune Ebdulselam bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku çeteyên bi navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê bixin lîsteya terorê ya cîhanî.

Rêvebera Rêxistina Sara diyar kir ku ev çete li dijî gelê herêmê sûcên şer dikin û qanûnên navnetewî binpê dikin.

Mune Ebdulselam kuştina siyasetmedara Kurdî Hevrîn Xelef jî bi bîr xist û teqez kir ku Tirkiyê û çeteyên xwe destpêkê vîna jinan hedef digrin.

Endama rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê Mune Ebdulselam ji ber sucên kuştin, revandin û talankirinê bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê bixin lîsteya terorê ya cîhanî.

Leave a Reply

Back to top button