Rûspiyê qebîleya Tey ya Ereb Mihemed El Miflih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê armanc dike Iraq lawaz û parçe bike û ev bang li qebîleyên Kurd û Ereban kir:
“Li hemberî êriş û destwerdanên Tirkiyê bisekinin.
Artêşa Tirk a dagirker bi tevkariya PDK’ê û di nav bêdengiya hikumeta Iraqê de êrişî Başûrê Kurdistanê dike.
Rûspiyê qebîleya Tey ya Ereb ê kantona Cizîrê Mihemed El Miflih têkildarî mijarê axivî.
Mihemed El Miflih bal kişand ser têkiliyên pêkhate û eşîrên kantona Cizîrê bi gelê Başûrê Kurdistanê û got:
Ji sedên salan ve têkiliyên wan wekî xwişk û bira ne û têkiliyên xwîn û ol wan tîne gel hev.”
“Mihemedel Miflih êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir”
El Miflih êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha pê de çû:
“Dewleat Tirk a dagirker êrişî herêma bakurê Iraqê ku piraniya niştecihên wê Kurd in dike.
Em van êrişan bi tundî şermezar dikin.”
“Em jî wekî gelê Sûriyê ji ber dewleta Tirk êş kişand”
Mihemed sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman:
“Ji dema ku Erdogan desthilata Tirkiye bi dest xisti yi, çavnebariyên wî yên li welatên derdorê aşkere bûn.
Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Ezaz û hin herêmên din ên Sûriyê dagir kirine.
Em jî wekî gelê Sûriyê ji ber dewleta Tirk gelek êş kişandin.”
Em gelên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de me şerê dewleta Tirk a dagirker kir.”
“Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê lawazkirina dewleta Iraqê ye”
El Miflih da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê lawazkirina dewleta Iraqê û parçekirina welat e û got:
“Ji dema ketina Osmaniyan heya roja me ya îro ve, Tirkiye çavê xwe berdeya serweta Iraq û Sûriyê.
Ji ber vê yekê ewlehiya neteweyî ya Tirk wekî hêncet û xeteriyê nîşan dide.”
“Gel ji siyasetên serdestên şovenist ên wekî Tirk aciz bûye”
Mihemed El Miflih da zanîn ku ji rijandina xwînê, kujştinê û koçberkirinê re bes e û wiah bi dawî kir:
“Gel ji siyasetên serdestên şovenist ên wekî Tirk aciz bûye.
Ji ber vê yekê em bang li gelê Iraqê bi qebîleyên wê ku li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta tirk bibin yek.”



