Di şerê çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî çeteyek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecih ji bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî ragihandin ku duh êvarê çeteyên “El Hemzat” û “Feyleq El Rehmen” li ser qezenca qaçaxçîtiyê bi hev ketine û di encamê de çeteyek hatiye kuştin.
Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê tevliheviya ewlehiyê berdewam e.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyan direvînin, êşkenceyê li wan dikin û mal û milkên wan talan dikin.


