Li Gurcistanê wê di 26’ê Cotmehê de hilbijartin were lidarxistin.
Berdevkê Wezareta Dewletê ya Rûsyayê Dîmîtrî Peskov Rojava sûcdar kir ku destwerdanê hilbijartinên Gurcistanê dike.
Hin rêveberên din ên siyasî jî Rojavayê bi tundî rexne dikin û wê bi jiholêrakirina “nirxên kevneşopî” tewanbar dikin.
Berdevkê Wezareta Dewletê ya Rûsyayê Dîmîtrî Peskov derbarê hilbijartinên giştî yên Gurcistanê ku xwedî giringiyeke mezin e, daxuyaniyekî da.
Peskov diyar kir ku “Em dibin şahidê kiryarên nepenî yên welatên Rojavayî ku li ser meqamên herêmî zextê dikin û hewl didin bandoreke rasterast û eşkere li ser hilbijartinan bikin.”
Anket nîşan didin ku hilbijarinên ku wê di 26’ê Cotmehê werin kirin, di navbera partiya desthilatdar û muhafezekar Xewna Gurcuyan û pêkhateyên muxalif ên alîgirên Ewropayê de derbas bibe.
Li gor muxalifên Ewropayê, Partiya Xewna Gurcuyan ku ji aliyê Bîdzîna Îvanîşvîlî yê dewlemend ve hatiye avakirin, bi wê yekê tewanbar dikin ku dixwaze xeteke otorîter ya alîgirê Rûsyayê ava bike.
Loma hewl dide welatî ji Yekîtiya Ewropayê û beşdarbûna NATO’yê dûr bixe.
Hin rêveberên din ên siyasî jî Rojavayê bi tundî rexne dikin û wê bi jiholêrakirina “nirxên kevneşopî” tewanbar dikin.
Metirsiya Rojavayê jî ew e ku Gurcistan nêzî Rûsyayê bibe ku li Qefqasyayê bibe aktoreke dîrokî.
Mehên borî li Gurcistanê bi xwepêşandanên girseyî ên li dijî zagona “bandora biyanî” ya ku Rûsya ji bo tepeserkirina muxalefetê bi kar tîne û li Rojava bi tundî tê rexnekirin.



