Di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li 4 gundên girêdayî bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî pevçûnên dijwar rû dan.
Hineke çavkaniyên xwecih derbarê vê yekê de agahî parvekiribûn , li gor wê:
Çeteyên ʹHêza Hevbeşʹ ên dewleta Tirk ji gundên Şêxûtka, Sêmalka, Emara û Şorbe bi çekên giran çeteyên ʹSiqûr El Şîmalʹ ên li gundên Gemrûk û Ereb Şêxo topbaran kirin.
Li gorî çavkaniyan bi awayekî ketober malên welatiyan tên topbarankirin.
Ji ber vê yekê di nava welatiyan de tirseke zêde çêbû .



