Çeteyên bi navê “hêza hevbeş” bi fermana Tirkiyê êriş xalên çeteyên “Siqûr El-Şemal” kirin.
Di şerê dinavber her du koman de 7 kes hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn.
Li aliyê din, çeteyên “El Emşat” îşkence li Efrîniyekî kirin.
Çavdêriyê eşkere kir ku di encama şer de di nav de jinek 7 kes hatin kuştin.
Her wiha 27 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî çavdêriyê dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir dibe ji ber ku rewşa gelek birîndar giran e.
Di encama van pevçûnan de topên Hawanan bi ser malên sivîlan de barîn û tirseke mezin ket dilê jin û zarokan û ji malên xwe reviyan û bi çolan ketin.
Çeteyên El Emşat îşkence li Efrîniyekî kir
Li gorî çavkaniyên xwecih çeteyên ‘El Emşat’ bi awayekî hovane îşkence li şêniyê bi navê Mehmûd Hesen Totî yê ji bajarokê Şiyê yê Efrînê kiriye.
Heman çavkaniyan aşkera kir ku Mehmûd Totî nehiştiye çeteyên dewleta Tirk berhemên wî yên çandiniyê bidizin, ji ber wê çeteyan êrişî wî kiriye û îşkence lê kirine.


