Cegerxwîn ji bo gelê Kurd mirateyeke mezin hişt.
Boniye Suad Cegerxwîn da zanîn ku bavê wê mîrateyeke mezin ji bo gelê Kurd hiştîye û got:
“Di vê sedsala nû de helbestvanekî weke Cegerxwîn ji bo gelê Kurd bû şansek.”
Helbestvanê Kurd ê nûjen Cegerxwîn ku di sala 1903’yan de li Gundê Hesarê yê girêdayî Êlihê ji dayik bûye.
Di dema Şerê Cihanê yê Yekemîn de malbata Cegerxwîn ji Hesarê diçe binxetê û li Amûdê bi cîh dibe.
Navê wî yê rast Şêxmûs Hesen e. Şerê Cihanê yê Yekemîn bandoreke mezin li jiyana Cegerxwîn jî dike.
Piştî koçber dibe, karê şivantî û palehiyê dike û piştre jî berê xwe dide zanistê.
Cegerxwîn 7-8 salan xwendina xwe ya dibistanê berdewam dike û dibe feqe.
Di sala 1927’an de bi keça xalê xwe re dizewice.
Cegerxwîn ji dema feqetiyê de dest bi nivîsandina helbestan dike.
Piştî têkçûna Serhildana Şêx Seîd, hestên Cegerxwîn yên hunerî pêş dikevin û ew bûye endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîr û rêveberên Kurd li Sûriyeyê hatibû damezirandin.
Di sala 1932’yan bi derketina Kovara Hawarê, helbestên Cegerxwîn tê de tên weşandin.
Bi nivîsên xwe di warê wêje, ziman û çanda Kurdî de xizmeteke pir mezin kiriye.
Cegerxwîn di nivîs û helbestên xwe de ji bo temayê mijarên weke;
‘welatparêzî, şoreşgerî, qedirdayîna zanîn, pêşketin, axa, beg û şêxên Kurdan, evîndariya welat û azadî û serxwebûna gelên bindest’ hilbijartiye.
Cegerxwîn ji ber zexta rejima Sûriyeyê di sala 1979’an de derbasî welatê Swêdê li bajarê Stockholmê dibe û helbestvaniya xwe li vir didomîne.
Di 22’yê Cotmeha 1984’an li Swêdê jiyana xwe ji dest dide û li Qamişlo tê veşartin.
Keça Cegerxwîn Biniye Suad Cegerxwîn têkildarî kesayet û mîrateya Cegerxwîn ya ji bo gelê Kurd hiştiye ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Boniye Suad: Divê em xwedî li mîrata Cegerxwîn derkevin
Boniye Suad Cegerxwîn da zanîn ku Cegerxwîn tenê ne weke bavê wê ye di heman demê de mamosteyê jiyana wê ye.
Boniye Cegerxwîn di dawiya axaftina xwe de got ku erka me ya li beramberî keda Cegerxwîn pir mezin û pêwîst e ku divê em xwedî lê derkevin.



