Li Îtalyayê ji ber bahoza dijwar û barîna baranê li gelek bajarokan lehî rabû û di encama vê yekê de kesek mir.
Li aliyê din bahoza “Oscar” a ku bi baran û bayê gur bandor li Kubayê kir, bû sedema mirina 6 kesan.
Li gorî medyaya herêmî, her çiqas bahozê ji axa Kubayê derketibe jî, binesazî, xanî û zeviyên çandiniyê yên welêt zirareke mezin dîtine.
Li Îtalyayê ji ber bahoza dijwar û barîna baranê li gelek bajarokan lehî rabû.
Hat ragihandin ku kesekî jiyana xwe ji dest daye li nêzî bajarê Bolognayê ji ber lehiyê wesayîta wî binav bûye.
Di nûçeyên di çapemeniya neteweyî de hat ragihandin ku ji ber barana zêde li tevahiya welêt di bin avê de ma.
Hat destnîşankirin ku çemê Ravone yê li nêzî bajarê Bolognayê ya li navenda welêt ji ber barana zêde ji ser avê rabû û gelek kuçe û kolan tijî av bûn.
Şaredarê Bolonyayê Matteo Lepore bang li şêniyên bajêr kir ku nekevin maşînên xwe û xwe ji qata jêr a malên xwe dûr bixin.
Hat ragihandin ku duh bi şev ciwanekî 20 salî ji ber lehiyê li Pianoro ya li nêzî Bolognayê jiyana xwe ji dest da
Hat diyarkirin ku li Herêma Emîlya-Romagna ya ku bajarê Bologna lê ye ji ber lehiyê nêzî hezar kes neçar man malên xwe terk bikin.
Li Kubayê ji ber bagera “Oscar” 6 kes mirin
Li aliyê din bahoza “Oscar” a ku bi baran û bayê gur bandor li Kubayê kir, bû sedema mirina 6 kesan.
Serokê Daîreya Operasyonên Serfermandariya Giştî ya Parastina Sivîl a Kubayê Argenîs Perales Perez derbarê vê yekê de daxuyaniyek da.
Argenîs Perez diyar kir ku bahoza li bajarê San Antonio del Sur ê Guantanamoyê bû sedema mirinan.
Perez diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Li gorî medyaya herêmî, her çiqas bahozê ji axa Kubayê derketibe jî, binesazî, xanî û zeviyên çandiniyê yên welêt zirareke mezin dîtine.
Oscar piştî nîvro dawiya hefteyê di asta kategoriya 1’emîn a li ser pîvana Saffir-Simpson de ket Kubayê û bû sedema ba û baranên xurt.
Li Kubayê krîza enerjiyê kûr dibe
Di vê navberê de, bi mîlyonan kes li Kubayê ji ber xirabûna santralên sereke yên di 18’ê Cotmehê de hîn bê elektrîk in.
Wezîrê Enerjiyê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkê bê rawestan dixebitin û ew hêvî dikin ku encamê bigirin.
Li gorî nûçeyên medyayê, ji ber ku santralên 40 sal berê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve hatine çêkirin, ev pirsgirêk dubare dibin.



