Şerê Îsraîl û Hemasê kete roja xwe ya 382’yan.
Wezareta Tenduristiyê bîlançoya êrîşên du rojan ragihand û da zanîn ku di 48 saetan de 115 kes mirine.
Her wiha di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Beyt Lahiya û Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezayê de 20 kes mirin.
Li aliyê din li Şerîa Rojava jî di serdegirtina malan de jî 28 kes hatin binçavkirin.
Bîlançoya êrîşên li ser Şerîda Xezayê giran dibe.
Wezareta Tenduristiyê ya Filîsîtinê ya li Xezayê derbarê êrîşên dawî de agahî parve kir.
LI ŞERÎDA XEZAYÊ ÊRÎŞ Û PEVÇÛNÊN TUND DIDOMIN
Wezaretê da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê ya 48 saetên dawî de li Şerîda Xezayê 115 kes mirin û 487 kes jî birîndar bûn.
Li gor vê yekê hejmara giştî ya miriyan derket 42 hezar û 718’an û ya birîndaran jî derket 100 hezar û 282’yan.
Li Şerîda Xezayê di 48 saetên dawî de 115 kes mirin
Her wiha di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Beyt Lahiya û Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezayê de 20 kes mirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, di êrîşa bi topan a ku artêşa Îsraîlê li herêma Beyt Lahiyê li dijî Filistîniyên ku koç kiribûn de 12 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Bakurê Xezayê di êrîşa Îsraîlê de 20 kes mirin
Di êrîşa topxaneyên Îsraîlê ya li Kampa Penaberan a Cibaliyê de 8 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din li gorî şahidên bûyerê, artêşa Îsraîlê ji hewayê belavok avêtin Beyt Lahiya.
Di daxuyaniyan de ji Filistîniyan hat xwestin ku “herêmê terk bikin û biçin başûrê Xezeyê”.
Li Şerîa Rojava di serdegirtinan de 28 kes hatin binçavkirin
Li aliyê din li Şerîa Rojava serdegirtina malên Filîstiniyan didomin.
Derbarê serdegirtinan de Komeleya Girtiyên Filistînî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serdegirtinên leşkerên Îsraîlê de 28 kes hatin binçav kirin.
Hat ragihandin ku ji Filistiniyên mijara gotinê 15 kes li Kampa Penaberan a El-Erub a li bakurê Hebronê hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat hatin binçavkirin 11 hezar û 400’î derbas kir.



